Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Pêkan E ku Amerîka û Çîn Nav Aştîyê Bijîn


Kurt Campbell

Berpirsê Qesra Sipî ya herema Hînd û Pasîfîkê Kurt Campbell îro Sêşemê dîyar kir ku jibo Amerîka û Çîn derfet hene ku bi hevre, di nava aştîyê de bijîn.

"Pêkan e ku Amerîka û Çîn bi hevre hebin û di nava aştîyê de bijîn," Campbell got.

Wî bi berdewamî got ku Pekîn di van demên dawîyê de xebatên xwe xurt kirine ku bandora xwe li ser gelek welatan zêde bike.

Campbell da zanîn ku serokê Amerîka Joe Biden wê îsal bi serokên Avusturalya, Hindistan û Japonya re, civîneke dar bixe jiber ku Washingtonwan helwesta wan ya dijî Çînê girîng dibîne.

Wî ser pirsên bo dema civîna yekê ya navbera Biden û serokê Çînê Xi Jinping û ser îhtîmala pêkhatina li hilcivîna G20'an ya di Cotmehê de geşbînîya xwe dîyar kir.

"Hêvîya min ev e ku di demeke ne pir dirêj de peywendîya me bi Çînê re bi rengekî rengan pêk were.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG