Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêketinên COVID-19 li Hin Herêmên Amerîka Dîsa Zêde Dibin


Reutersê ragihand ku di hefteya duyê ya Hezîranê de, li eyaleta Alabama û South Carolina pêketîyên COVID-19 nezîkî li gor 7 rojên pêştir du qat zêde bûne.

Li gor analîza daneyên Projeya Şopandina COVIDê, ku jibo şopandina nexweşîyê ji alîyê hewildaneke dilxwaz tê rêvebirin, tûşbûyên Alabamayê jibo dawîya hefteya 14’ê Hezîranê % 97 zêde bûn û giheştin 5,115’an û % 14 pişkînînên COVID-19 bi erênî derketin, lê hefteya borî ew hejmar 6% bû.

Dîsa, tûşbûyên South Carolina % 86 bilind bû û giheşt 4,509 û rêjeya pişkînînên erênî ji % 9'ê bilind bû û giheşt % 14 e.

Karbidestên her du eyaletan got ku hinek niştecîh rênmayên wek dûrbûna civakî, xwe parastina ji civînên girseyî û girêdana maskan bicih nayînin.

Li Oklahoma, ku Serokwezîr Donald Trump plan dike ku roja Şemîyê civîna kempeyna xwe li wir dar bixe, tûşbûyên nû di hefteya duyê ya Hezîranê de % 68 zêde bû û giheşt 1.081 kesan. Di heman demê de rêjeya pişkînînên erênî jî ji % 2 rabû % 4'an.

Hêjayî balkişandinê ye ku eyeleta ku here zêde tûşbûyên nû ragihandiye bi 20,043 kesan California ye bû, ku li wê derê hejmara tuşbûyan li gor hefteya berê % 10 zêde bû.

Li gor analîzan li seranserê welat rêjeya pişkînînên erênî jibo çend hefteyan li dora 5% bû û hefteya çûyî di rojekê de pirtir ji 583,000 pişkînîn hat ragihandin ku ew jî rekoreke nû bû.

Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ji eyalatan re pêşnîyar kir ku, berê ku dûrketina civakî sist bikin, 14 roj li benda tûşbûyên nû bimînin.

Li gor analîzan 17 eyalet û District of Columbia ew rênma bicih anîn û Pennsylvania û New York bi daketina neh hefteyan serî dikêşin û pişt wan jî Rhode Island û Indiana tên.

XS
SM
MD
LG