Balyozê Amerîkî li Tirkîyê John Bass îro Înê mesajek belav kir û tê de xema xwe ya ser azadîya ramanê dîyar kir.
Daxuyanî ev e:
“Em raportan dibînin ku lêpirsîn li hember akademîsyenan re têne vekirin û ew bo dîyarkirina nêrînên xwe yên derheqa şerê li başûrê rojhilat [a Tirkîyê] rastî cezayan tên. Tevî ku dibe em ne hevbîrê nêrînên wan akademîsyenan bin jî, em di xemê de ne ku ew zext û giwaştin wê bandoreke neyênî li ser nîqaşên rêwa yên ser sedem û çareserîyên kêşeya berdewam yên nav civakê Tirkîyê bike.
Di nav civakên demokratîk de pêwîstîyek e ku maf û derfeta hemwelatîyan hebe nêrînên xwe, heta dîtinên ser kêşeyên hesas û nazik jî, bi azadî bînin ziman.
Dîyarkirina xembarîya ser tundî û tûjî ne wekheva piştgirîya terorîzmê ye. Rexnekirina hikûmetê nayê wateya xiyanetê. Demokrasîya Tirkîyê bi têra xwe xûrt û cîhgirtî ye ku dikare azadîya raman û nêrînên cuda jî hembêz bike.”