Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Xwepêşandanan Balyozê Amerîkî ji Bexda Hate Derxistin


Karbidestên Îraqî ji Reutersê re ragihand ku balyozê Amerîkî li Îraqê û karmendên balyozxaneyê, jiber ewlehîya wan ji Bexda hatine derxistin, piştî ku bi hezaran xwepêşandar û çekdarên Şîa giheştin ber derîyê balyozxanê.

Êrîşên Ser Balyozxaneya Amerîkî li Bexda
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:09 0:00

Du karbidestên wezareta derve yên Îraqî eşkere nekir ku balyoz û karmendên din yên Amerîkî ji ku derê re hatine birin, lê wan dîyar kir ku jimareke kes li balyozxane mane.

Xwepêşandanîn dervayê balyozxanê bi kevoran êrîş birin ser derîyê avahîyê û diruşmên wek “Na, na, Amerîka! ... Na, na, Trump!” qerîyan.

Hêzên taybet yên Îraqî û Hêzên Dijterorê yên Îraqî ku ji hêla Amerîka ve hatibûn perwerde kirin, giheştin pêş avahîya balyozxanê ku rêgirî li êrîşan bikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG