Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîkî: Divê Hikûmeta Îraqî ligel Xwepêşanderan Danûstandinê Bike


Balyozxaneya Amerîkî li Bexda
Balyozxaneya Amerîkî li Bexda

Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda îro Çarşemê bang li rêberên Îraqî kir ku bi nûnerên xwepêşanderên dijî hikûmetê re dest bi danûstandinan bikin.

Xwepêşandanên nerazbûnê ku li Bexda û bajarên din berdewam dikin, xwenîşandanên herî mezin yên bi dehan salên borî ne û xwepêşander daxwaza guherînên radîkal ji sîstema rêvebirinê ya Îraqê dikin.

"Di vê demê de ku dinê ji nêz ve xwenîşandanên li Îraqê dişopîne, bi zelalî xuya dibe ku hewce ye Hikûmeta Îraqê û rêberên sîyasî yên welêt bi xwepêşandarên reformxaz re têkevin nav danûstandinan," daxuyanîya balyozxanê got.

Ragihandina balyozxaneya Amerîkî di vê demê de tê ku pirtir ji destpêbûna xwenîşandanan vir ve 260 Îraqî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

"Em kuştin û revandina xwepêşanderên bê çekm gefên ser ragihandina azad û tundîya heyî şermezar dikin. Divî Îraqî bi azadî biryarên ser sibêroja welatê xwe bidin," daxuyanî bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG