Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Erdheja Îzmîrê Xemgînîya Xwe Radigihîne


Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê ser erdheja Îzmirê ya li rojavayê Tirkîyê xemgînîya xwe ragihand.

Wê balyozxaneyê ji hemwelatîyên Amerîka yên ji erdhejê sax filitîne xwest ku xeberê bidin heval û nasên xwe û rewişên xwe zelal bikin.

Balyozxaneyê ji hemwelatîyên Amerîkî yên hewcedarîya wan bi alîkarîyê hene xwest ku telefonî jimara 90 2777415 bikin.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkî dîyar kiribû ku hêza erdheja li Îzmirê 7 e.

Li gor daxuyanîyên dawî yên karbidestên Tirkîyê, di erdhejê de 4 welatîyan jîyanên xwe ji dest dane, 152 welatîyên din birîndar bûne û li 12 avahîyan jî karên lêgerîn û filitandinê didomin.

XS
SM
MD
LG