Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Çar Bergumanên DAIŞ'ê li Enqerê Hatin Desteser Kirin


Ajansa AP ji zarê medya dewleta Tirk radigihîne ku çar endamên berguman yên Dewleta Îslamî, li hember îhtîmala êrîşeke ser balyozxaneya Amerîkî ya li Enqerê, hatine desteser kirin.

AP dide zaanîn ku her çar kesên desteserkirî hemwelatîyên Îraqî ne û di ji wan di xaleke kontrolê de, li nav otobuseke ku ji bajarê Samsunê dihat û yên mayîn jî li hindurê Samsûnê hatin desteser kirin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê jiber gefên ewlekarîyê îro Duşemê hatibû girtin, lê balyozxanê ser gefa bo girtinê ti agahî nedabû.

Balyozxanê dabû zanîn ku ewê tenê xizmetên awarte bide û wê bang li hemwelatîyên Amerîkî li Tirkîyê kiribû ku ji qadên şenîbar û avahîya balyozxanê dûr bisekinin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku jiber gefan, pîvanên ewlekarî li dora balyozxanê hatibû xurt kirin û polîsan piştî kontrolên zêdekirî, destûr dide wan kesên ku dixwestin herin cadeya ku balyozxane lê cîh digire.

XS
SM
MD
LG