Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Fransa û Brîtanya Daxuyanîyeke Hevbeş ya Ser Sûrîyê Weşand


Wezîrên Derve yên Amerîka, Fransa û Brîtanya îro Înê daxuyanîyeke hevbeş ya derbarê Sûrîyê belav kir.

Daxuyanîya Mike Pompeo, Jean-Yves Le Drian û Jeremy Hunt bi hefkeftina salvegera duyê ya êrîşa kîmyayî ya Xan Şêxon hate weşandin.

“Du sal berê êrîşa hovane ya çekên kîmyayî li Xan Şêxon û nêzî saleke berê jî êrîşa Dûma qewimîn ku Amerîka, Fransa û Brîtanya hişyarîyên tund dabûn rejîma Beşar Esad ku çekên kîmyayî nexebitîne. Em heta niha jî bi pêgirî ser wê hişyarîyê disekinin û dîyar dikin ku emê bersîvdana êrîşên wî rengî bidin. Guman tune ku dîroka rejîma Esad bi êrîşên kîmyayî yên dijî hemwelatîya wê dagirtî ye û em bi biryar in ku hesaba wan kuştinên jin, mêr û zaroken bêguneh yên bi wan çekên hovane ji kesên berpirs bipirsin.

Ew êrîş qanûnên navnetewî binpê kirin û bûne sedema êş û azarên pir giran û rewşa mirovahî ya Sûrîyê hîn xirabtir kirin.”

Daxuyanîya hevbeş bal kişand ku hîn endamên Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî pir caran ji rejîma Esad re bûn mertal ku hesaba kiryarên xwe need û komîsyoneke serbixwe ya vekolînê neyê damêzrandin.

“Dewletên wek me bi xurtkirina Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OKCW), armanc dike ku rê li ber karanîna çekên kîmyayî bigirin û derfet ji tîmeke traybet re biafrînin ku vekolînaser êrîşên kîmyayî û kesên pişt wan êrîşan bikin.”

Daxuyanî dide zanîn ku biryara jimare 2254 ya Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî tenê ew rê ye ku dikare dawî li şerê Sûrîyê bîne û divê rejîma Esad careke din çekên kîmyayî bi kar neyîne.

XS
SM
MD
LG