Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzî 85 ji Sedê Almanan Peywendîyên ligel Amerîka Neyênî Dibînin


Pirsnameyeke nû nîşan dide ku nêzî 85 ji sedê Almanan, derbarê peywednîyên Amerîka û Almanya, xwedîyê nêrînên xirab yan pir xirab in.

Beşdarvanên pirsnameya ku îro Înê hate weşandin, herwiha dixwazin ku welatê wan ji Amerîka dûrtir bisekine.

Di pirsnameya ku ji hêla Atlantik-Bruecke û Civey de hate kirin de, pirtir jî % 40 beşdarvanan bawer dikin ku Çîn ji Almanya re, hevalbendeke ji Amerîka baştir e.

Peywendîyên navbera Amerîka û Almanya ku ekonomîya herî mezin ya Ewrupa ye, piştî ku Donald Trump wek serokê Amerîka hate hilbijartin, xirabtir bûn jiber ku ew pir caran rexneyên giran li Almanya dike.

Tevî ku Almanya hewil dide ku peywendîyên bi Amerîka re baş bihêle, di demên dawî de karbidestên Almanî li pêş bîragiştî Amerîka bi tundî rexne dikin.

XS
SM
MD
LG