Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Nobedarên Şoreşa Îranê Wek Rêxistineke Terorîst Destnîşan Dike


Serokê Amerîka President Donald Trump îro Duşemê got ku Washingtonê Nobedarên Şoreşa Îranê wek rêxistineke terorîst ya bîyanî destnîşan kir.

Bi vê biryarê, cara yekê ye ku Amerîka leşkerîya dewletekê din, bi fermî, wek rêxistineke terorîst bi nav dike.

Rexnegirên biryarê hişyarî didin ku dewletên neyarên Amerîka jî dikarin hember leşkerîya Amerîkî û sazîyên wê yên îstixbaratî pêngavên heman rengî bavêjin.

Amerîka ji berê de bi dehan kes û kompanîyên ku peywendî ligel Nobedarên Şoreşa Îranê heye, xistibûn nav lîsta reş ya cezayan, lê care yekê ye ku rastexwe wê rêxistinê jî dixe nav lîstê.

XS
SM
MD
LG