Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Wezîrê Îranî Cehrûmî Dixe Lîsta Toleyan


Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Înê ragihand ku Mihemed Cevad Azeri-Cehrûmî, wezîrê ragihandinê yê Îranê ket nav lîsta kesên ku bibin armanca toleyên Amerîkî.

Wezaretê da zanîn ku Cehrûmî jiber rola wî ya sansurkirina înternetê ya asta hemî Îranê hatiye ceza kirin.

“Desthilatdarên Îranî dizanin ku hebûna medya azad û înternetê nerewabûna wan eşkere dike û cîhanê bi xwepêşandanîn dijî wan agahdar dibin,” Wezareta Xezîne ya Amerîka Steven Mnuchindi daxuyanîya nivîskî de got.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence dîyar kiribû ku ew piştgirîya protestoyên li seranserê Îranê dikin.

‘’Îranî bo xwepêşandanan dadikevin qadan û Ayetullahên li Tehranê tundûtujî û zexta li ser wan didomîn. Peyama Amerîka zelal e: Gelê Amerîka bi gelê Îranê re ye’’ Pence gotibû.

XS
SM
MD
LG