Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerîya Amerîkî û Îtalî li Somalî Bûn Armacan Êrîşên Çekdarî


Piştî êrîşeke çekdarî li Mogadişu (arşîv)
Piştî êrîşeke çekdarî li Mogadişu (arşîv)

Di du êrîşên cihê de karwaneke artêşa Îtalî li paytext Mogadişu û bingeheke leşkerî ya Amerîkî li bajarokê Baledogle ya Somalî bûn armanca êrîşên çekdarî.

Rojnamevanê Reutersê ragihand ku maşîneyeke zirxîn ya artêşa Îtalî bi giranî zarar dîtibû, lê zelal nebû ku di êrîşê de kuştî yan birîndar hene.

Wezareta berevanî ya Îtalî ragihand ku konvoyeke leşkerî ya Îtalî bû armanca êrîşeke bombeyî û heta niha kuştî û birîndar çenebûne.

Di êrîşa hember leşkerîya Amerîkî de, bingeha Baledogle bi du bombeyên otomobîlî û dû re jî bi çekên sivik hate armanc kirin.

Polîsên Somalî ragihand ku bingeha Baledogle ji alîyê hêzên taybet yên Amerîkî tê xebitandin û komandoyên Somalî tê de tên perwerde kirin û êrîşên dronî li heman cîhê tên rêvebirin.

Hêjayî gotinê ye ku li heman bingehê hêzên aştîparêz yên Ugandayî jî hene.

XS
SM
MD
LG