Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Japonya û Koreya Başûr Hîndarîyên Hevbeş Pêk Anîn


Nêzî deh firokên ceng yên Amerîkî, Japonî û Koreya Başûrî yên bi çekên rastîn barkirî, îro Duşemê li esmanên Nîvgirava Koreyî firîn.

Leşkerîya Amerîkî ew yek wek nîşandana hêz ya hember cerbindina dawî ya Koreya Bakur bi nav dike.

Pentagonê got ku firokên beşdar bi berdana sîlahên xwe li qada hîndarîya li Koreya Başûr, şîyanên xwe yên êrîşkirinê nîşan dan.

Dîsa, li ser esmanên nêzî Kyushu ya Japonya jî, firokên Amerîkî û yên Japonî jî hîndarîyên bo amadekarîya bersîvdana Pyongyang pêk anîn.

Fermandarîya Hêzên Leşkerî yên Amerîkî li Pasîfîk (U.S. Pacific Command) da zanîn ku ew dikare di nav kelîyên kin de hêzêke karîger ya bersîvdanê amade bikin.

Di hîndarî de ku wek bersîvdana ceribandina roja Înê ya ji ser esmanên Japonî hate kirin, du firokên bombevan yên U.S. B-1B, çar U.S. Marine Corps F-35B û çar firokên F-15K yên Koreya Başûrî beşdar bûn.

Di destpêka vê salê de rêberê Koreya Bakurî Kim Jong Un ragihandibû ku plana wan heye muşekeke balîstîk ya navparzemînî ava bikin ku dikare Amerîka bike armanc.

Karbidestên Amerîkî dibêjin bijarê wan ya çareserîya alozîya heyî, çareserîya dîplomatîk e, lê ew jibo bijareyên leşkerî jî hazir in.

XS
SM
MD
LG