Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Îdia Dikin ku Fermandarekî DAIŞê li Başûrê Mûsilê Hate Kuştin


Humvee'yeke şewitî li başûrê Mûsilê, Nîsan 17, 2016.

Hêzên taybet yên Amerîkî û pêşmerge îro Duşemê êrîşeke helîkopterî li hember fermandarekî DAIŞ'ê pêk anî û ew û du zerevanên wî kuştin.

Jêderên ewlehîya niştîmanî yên Kurd dibêjin, Salman Abd Shaib al-Jabouri ku wek Ebu Saif tê nasîn, li nêzîkî bajarokê Hamam ya başûrê Mûsilê hate kuştin.

Çavkanîyên din jî ragihand ku hêzên koalîsyonê trombeleke DAIŞ'ê kir armanc ku şervanên wê komê ji Mûsilê ber bi bakurê rojavayê bajêr dibir.

Heta niha ji Pentagonê tu daxuyanî li ser êrîşê nehatiye dayîn.

XS
SM
MD
LG