Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya: Amerîka Hebûna Xwe ya Leşkerî Mayînde Dike


Serok Trump û Serokê Polandî Andrzej Duda

Wezareta Berevanî ya Polanya îro Înê ragihand ku Welatên Yekbûyî yên Amerîka dê dora 1,000 leşkerên xwe li wî welatî bi cîh bike û hebûna xwe wê mayînde bike.

Poland, piştî ku Rûsyayê herêma Qirimê ya Ukraynî di sala 2014'an de dagir kir, ketiye nav tirseke mezin û hewil dide ku bi hevbenda xwe Amerîka re peywendîyên xwe yên leşkerî xurtir bike.

Serokê Amerîka Donald Trump bi hevtayê xwe yê Polandî Andrzej Duda re, li Qesira Sipî ragihandibû ku ewê 1,000 leşkerên din yên Amerîkî bişîne hevbenda xwe ya NATO'yê.

Reutersê ragihand ku danûstandin berdewam dikin ku hêzên Amerîkî li ku werin cîh kirin û Polanya wê çiqas dirav beramber mayîna hêzên Amerîkî dê peyda bike.

XS
SM
MD
LG