Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Jimareke Toleyên Nû li Dijî Moskowê Radigihîne


Rêvebirîya Amerîkî îro Pêncşemê ragihand ku jimareke toleyên nû li dijî Rûsya hatine danîn.

Wezareta Xezîne ya Amerîkî got ku ev toleyên nû bi armanca cezakiria Rûsya ya jibo maytekirina wê ya hilbijartinên Amerîkî, êrîşên wê yên ser înternetê, derxistina pirsgirêkan ji Ukrayna re û kiryarên din yên “xirabkar” hatine ragihandin.

Li gor toleyên nû hin kompanîyên Rûsî dikevin lîsta reş, jimareke dîplomat tên dersînor kirin û hîn sînor ji bazara deynê ya serwer ya Rûsî re danîn.

Wezaretê da zanîn ku 32 kes û kompanî jiber pêkanîna kiryarên hikûmeta Rûsî ya bandorkirina hilbijartinên seroktîya Amerîkî ya 2020î û kiryarên din yên xirabkar hatine ceza kirin.

Qesira Sipî jî ragihand ku 10 dîplomatên Rûsî yên li Washingtonêku di nava wan de nûnerên îstixbarata Rûsî ji hene.

Hêjayî balkişandinê ye ku Washington cara yekê ye Sazîya Îstixbarata Derveyî ya Rûsî (SVR) bi fermî wek berpirsa êrîşa înternetî ya dijî kompanîya SolarWinds bi nav dike.

Rêvebirîya Biden got ku ew naxwazin rewşa heyî aloztir bikin, lê hişyarî dide ku demên pêş de hin toleyên pirtir dikarin werin.

Moskowê bi hers bersîva toleyên Washingtonê da û got ku dewê di demên pêş de biryarên xwe eşkere bike.

Rêvebirîya Rûsî herwiha bi rêya balyozê Amerîkî yê li Moskowê nerazîbûna xwe ji Washingtonê re ragihand.

XS
SM
MD
LG