Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê Amerîkî Dibêje ku Toleyên bi Îranê Peywendîdar Ser Ewrupa Ranabin


Karbidestekî Amerîkî ku nexwest navê wî eşkere be, îro ragihand ku ewê daxwazên Ewrupî yên derbarê toleyên aborî yên ser Îranê qebûl nekin.

Çend welatên Ewrupî dixwazin ku ew jibo bazirganîya ligel Îranê rûbirûyê cezayên Amerîkî nebin.

Lê, karbidestê Amerîkî raghand ku rakirina toleyên ya bi giştî li ser hemî kompanîyên Ewrupî ne pêkan e û ewê yek bi yek pêdaçûnê li ser daxwazên wî rengî bikin.

"Me ji hevalbendên xwe re got ku em li bendê ne ku toleyên ser Îranê bi cîh bînin. Ger hin toleyên taybet hene ku ew dixwazin bînin pêş me, hîngê em amade ne ku guhdar bikin. Lê, em li bendê ku kirîna petrolê ji Îranê nemîne, lê dizanin ku ew yek di rojekê de pêk nayê,” heman karbidest got.

XS
SM
MD
LG