Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Esmanî ya Amerîkî de 60 Endamên El Şebab Hatine Kuştin


Endamekî El Şebab
Endamekî El Şebab

Leşkerîya Amerîka îro Sêşemê ragihand ku di êrîşeke esmanî de 60 şervanên koma tundrê El Şebab hatine kuştin.

Fermandarîya Afrîqa ya leşkerîya Amerîka ragihand ku êrîşa esmanî Înîya borî, li nêzî Harardere ya herêma Mudug qewimî.

Daxuyanîya Amerîkî da zanîn ku di êrîşê de ti sivîl nehatine kuştin yan birîndar kirin.

Êrîşa Amerîkî ji Mijdara 2017an vir ve, ku hîngê 100 çekdarên El Şabab hatibûn kuştin, êrîşa herî mezin e.

Eş Şabab rêxtineke îslamî ya tundrê ye ku peywendî bi El Qaydê re heye û hewil dide ku hikûmeta Somalî gêr bike.

XS
SM
MD
LG