Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Endamên Koalîsyona Dijî DAIŞ'ê li Sûrîyê Hatine Kuştin


Karbidestên Amerîkî îro Înê ragihand ku endamekî leşkerîya Amerîkî û endamekî din yê koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ'ê, li Sûrîyê hatine kuştin.

Karbidestên Amerîkî da zanîn ku di nav vê salê de cara yekê ye ku bûyereke wiha diqewime û her du endamên koalîsyonê di encama peqîna bombeyeke de hatine kuştin.

Du karbidestên Amerîkê ku nexwestin navê wan eşkere be, ji Reutersê re got ku bûyer li nêzî bajarê Minbicê qewimî û yek jî kuştîyan Amerîkî ye. Lê, wan red kir ku nasnameya kesê din eşkere bikin.

Koalîsyonê demeke zûtir ya îro ragihandibû ku du endamên koalîsyonê li Sûrîyê hatine kuştin û pêncên din jî birîndar bûne, lê netewa kuştîyan û cîhê peqînê zelal nekiribûn.

XS
SM
MD
LG