Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Ser Hatina Hêzên Amerkî ji Sûrîyê Nerazîbûna Xwe Dîyar Dike


Hêzên Amerîkî li Duhokê
Hêzên Amerîkî li Duhokê

Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî îro Çarşemê got ku Bexda derheqa hatina hêzên Amerîkî ji Sûrîyê, pêdaçûnê li ser “hemî tedbîrên qanûnî yên navnetewî” dike jiber ku ew bê destûra wan hatine nav axa Îraqê.

Abdulmehdî di daxuyanîya nivîskî de got hêzên Amerîkî yên ku ji Sûrîyê hatine vekişandin, bê erêkirina hikûmeta wî ketine nav Îraqê û destûra wan tuneye ku li Îraqê biminin.

“Me berê jî daxuyanîyeke fermî dabû û dîyar kiribû ku em hemî pêngavên qanûnî yên navnetewî digirin. Em bang li civata navnetewî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku erka xwe bi cîh bînin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku daxuyanîya Abdulmehdî piştî serdana Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper tê ku îro bi awayekî neçareserkirî giheşt Bexda.

XS
SM
MD
LG