Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hişyarî Dide Tirkîyê ku S-400an ji Destê Xwe Derxîne


Karbidestekî bilind yê Wezareta Derve ya Amerîka îro Pêncşemê got ku Tirkîye, jibo başkirina peywendîyên bi Amerîka re, divê mûşekên S-400 yên Rûsî ji destê xwe derxîne.

Karbidestê Amerîkî got ku mûşekên S-400 gefan li ser jibo sîstema berevanî ya NATO çêdikin.

“Derfet li pêş Tirkîyê heye ku vegere ser maseyê, lê divê pêşî ew xwe ji S-400an bifilitînin. Yan wan muşekan birûxînin yan jî paş de vegerînin,” karbidestê ku navê wî nehat eşkere kirin di brifînga îro de got.

Amerîka bi tundî dijberîya Tirkîyê kiribû ku ji Rûsya mûşekên S-400 kirîye, bi sedema ku ew sîstem jibo firokên F-35 metirsîyan çêdike.

Tirkîyê îdia kiribû ku kirîna sîstema S-400 tenê jibo berevanîya wê ye û ti xeterî li ser welatekî din çênake.

Tirkîyê di Tîrmehê de beşa yek ya S-400an ji Rûsya wergirtibû û meha çûyî jî beşa duyê giheştibû wî welatî.

Rêvebirîya Amerîkî heta 31’ê Tîrmehê dem dabû Tirkîyê ku kirîna mûşekan bisekinîne yan rûbirûyê toleyên nû yên aborî, leşkerî û sîyasî bimîne.

Kongresa Amerîkî daxwaz ji Serok Donald Trump dike ku toleyên dijî Tirkîyê bîne nav jîyanê.

XS
SM
MD
LG