Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Kontrola Ser Barên ku bi Firokan ji Tirkîyê Were Xurt Dike


Li gor nûçeyeke ajansa Reutersê, Rêvebirîya Ewlehîya Veguhastinê ya Amerîkî (TSA) îro Pêncşemê biryareke nû amade dike ku kargoyên ku ji Tirkîyê yên, pirtir werin kontrol kirin.

Berdevkê Rêvebirîya Ewlehîya Veguhastinê, Michael England ragihand ku li gor gefên ku li seranser cîhanê pirtir dibe û jibo xurtkirina ewlehîya rêwîtîya esmanî, biryareke wiha hate dayîn.

England da zanîn ku piştî biryara nû, bar û tiştên ku ji Tirkîyê werin Amerîka, dê bi awayekî xûrtir û qayimtir werine kontrol kirin.

XS
SM
MD
LG