Hikûmeta Amerîkî îro Pêncşemê sînorkirinên rêwîtî yên nû li hember endamên Partîya Komunîst ya Çînê û malbata wan danîn.
Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku dema karîgerbûna vîzayên B1/B2 yên seredanê, ku heta 10 salan dirêj e, nizim dibe û tenê dibe mehekê.
Wezaretê got ku armanca wê biryar ew e ku gel ji Partîya Komunîst biparêze jiber ku ew hewil dide ku bi rêka propaganda, givaştinên ekonomîk û kiryarên din yên xirab bandorê li ser Amerîkîyan bike.