Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirs: Hêzeke Amerîkî Berpirsê Çekê Kîmyayî Yê Daişê Desteser Dike


Du berpirsên Îstîxbarata Îraqê yên nexwestin navê wan bê eşkere kirin, dane xuyakirin ku, di operasyonekê de, hêzeke taybet ya Amerîkî li Îraqê kesê berpirs ji dirust kirina çekê kîmyayî yê Daişê li nêzîk bajarokê Talafar desteser kiriye.

Ajansa AP îro roja Çarşemê 9î Adarê di raporek xwe de ragihand ku, herdû berpirsên Îstîxbarata Îraqî gotiye, navê kesê hatî desteser kirin, Silêman Dawod El-Efarî ye, di jiyê 50 saliyê de ye, ew karmendekî wezareta pişesaziya leşkerî bû, ya serdemê Sedam Husên Dîktatorê berê yê Îraqê, ew li nêzîk bajarê Talafar yê nêzîkî bajarê Mosil ji aliyê hêza taybet ya Amerîkî de hatiye girtin.

Wek tê zanîn hefteya derbasbûyî, berpirsên Amerîkî dabûn eşkere kirin ku, hêzên wan li Îraqê berpirsekî Daişê desteser kirîye, lê ne dabûn xuyakirin kanê ew kes kîye û nave wî çi ye, bi tenê dabûn zanîn ku, beriya du sê hefteyan ew desteser kiriye û niha lijêr lêpirsînê ye.

XS
SM
MD
LG