Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hember Kuba Tedbîrên Nû Distîne


Amerîka ji 60 ji sedê karmendên li Balyozxaneya Havana xwest ku vegerin welêt. Dîplomatên Amerîkî û malbatên wan yên li Kuba ew demekê bi hin nexweşîyên ku sedemên wan nayê fehm kirin re, rû bi rû ne.

AP’ê ji zarê karbidestên Amerîkî ragihand ku vîzayên bo Kuba hatine rawestandin û dê hişyariyeke din ya rêwitîyê were weşandin. Berê jî Washingtonê, turistên Amerîkî derbarê hin êrîşên li otelên Kuba hişyar kiribû.

Karbidestan, do Pêncşemê jî ji Reuters’ê re dîyar kiribû ku wan planek bo vekişandina karmendên li balyozxaneya Havana amade kiriye. Sedema vekişandinê, jiber êrîşên nayên fehm kirin, xirabûna saxlemîya dîplomatên Amerîkî ye.

Li gor karbidestan, dîplomatên Amerîkî û hin kesên ji malbatên wan, 21 kes bi nexweşîyên wek lawazbûna bihîstînê, xelîne mede û gêjbûnê rû bi rû mane.

Hikûmeta Kuba îdiayên derbarê êrîşan red kiribû û dabû zanîn ku ew vê bûyerê vedikolin.

Hikûmeta Amerîka karbidestên Kubayî rasterast sûcdar nake. Lê, Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, li Washingtonê, di hevdîtina xwe ya bi hevtayê xwe yê Kubayî, Bruno Rodriguz de ew mijar anîbû rojevê.

Wî ji Rodriguz re gotibû ku yek ji berpirsîyên Kuba parastina dîplomatên bîyanî û malbatên wan e.

XS
SM
MD
LG