Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

USAGM Sansura Tirkîyê ya Ser Weşana Dengê Amerîka Şermezar Dike


USAGM WALL
USAGM WALL

Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (USAGM) îro bi daxuyanîyeke nivîskî ser biryara hikûmeta Tirkîyê ya qedexekirina malpera Beşa Tirkî ya Dengê Amerîka (VOA) şermezar kir.

CEO'ya demkî ya USAGM Kelu Chao di daxuyanîyê de got ku bernameyên Tirkî yên Dengê Amerîka û hemî weşanên bi 32 zimanan yên Detsche Welle (DW) do Pêncşemê hatine sansûr kirin jiber ku sazîya fermî ya desthilatdarîya Tirk (RTUK) malperên wan sazîyan asteng kirine.

Chao dîyar kir ku RTUK’ê bi astengkirina VOA û DW rê li ber sansura înternetê vedike ku ew jî biryareke metirsîdar e.

Chao anî ziman ku welatîyên li Tirkîyê mafdar in ku xwe bigehînin nûçeyên rastîn yên cîhanê û got ku wê USAGM pabendbûna xwe ya bo azadîya ragihandinê bidomîne.

"Tevî vê êrîşa dawî ya dijî azadîya medyayê, USAGM wê di erka xwe ya piştgirîkirina herikîna azad ya agahdarîya ji mirovan re li Tirkîye û li çaralîyê cîhanê pêgir be," Chao got.

Dîrektora demkî ya VOA Yolanda Lopez jî di daxuyanîyê de dîyar kir ku ew dijî vê tevgerê derdikevin jiber ku ew vê biryarê wek hewildanek veşartî ya bo sansûrkirina nûçeyên dibînin.

“Em bi tundî dijî vê kiryara dawîn ya hewlên Tirkîyê derdikevin, yên sînordarkirina kanîna VOA ya ragihandina nûçeyên rast û objektîf ji temaşevanên xwe yên bi Tirkîaxêf dikin armanc.

Yolanda Lopez bi berdewamî got ku VOA wê awayên astengkirin û sansurkirinê wê nikaribe were sekinandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Dengê Amerîka (VOA) beşek ji USAGM e û navenda wê li Washington, DC ye.

Herwiha, Radyoya Ewrupaya Azad /Radyo Azadî, Ofîsa Weşanê ya Kuba, Radyo Asyaya Azad û Torên Weşanê ya Rojhilata Navîn (MBN) di bin banê wê sazîya fermî de dixebitin.

XS
SM
MD
LG