Rêxistina ELIND ku demokratkirina gencan dike armanc, panelek li Duhokê dar xist û hejmareke rêvebir û rêkxirawên civaka sivîl beşdarî di vê panelê de kirin.
Ajansa Amerîkî ya bo Pêşvebirina Navnetewî (USAID) alîkarîya diravî ji rêxistina ELIND re kir ku dixwaze gencan beşdarî çareserkirina kêşe û pêdivîyên welatîyan û amadekirina projeyan bike.
Şêrzad Pirmûsa, rêvebirê ELIND got ku armanca wan ji vê rûniştinê nemana merkezîyetê û beşdarîya hemwelatîyan di biryardana pirojeyên xizmetguzarî de ye.
Aborîzan D.Haşim Zêbarî dibêje ku dîyardeya bêkarîyê di zêdebûnê de ye û divê ji evro de behsa rêkên çareserkirina vê arîşê were kirin û givaştin li ser hikûmetê were kirin ku bêkarîyê kêm bike.