Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Keysên Korona li Amerîka 350,000î Derbas Dike


Li Amerîka hejmara keysên tomarkirî yên koronayê 350,000 derbas kirin, li gor datayên zanîngeha John Hopkins, di demekê de proseya vaksînkirina xelkê dijî COVID-19 hinekî giran dest pê kirîye.

Hevdem, welatên seranserî cîhanê pîvanên girtinê, qedexekirina derketina derve û kombûnên mezin tund kirine, ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusê, lê berpirsên Amerîka û Hindistanê hin pêşketin di derabarê helmeta vaksînan de ragihandin .

New Delhî roja Şemîyê rahênan li seranserî welêt kirin ji bo destpêkirina perograma herî mezin a vaksînkirina xelkê û erêkirina bikaranîna du vaksînan; yek ya kompanîyên AstraZeneca û Zanîngeha Oxfordê û ya din ya Bharat Biotech û Civata Hindistanê ya Lêkolînên Tenduristî ku dewlet wê bi rê ve dibe.

Hindistan, ku welatê duyem ê cîhanê ye bi hejmara keysên vîrusê piştî Amerîka, 10.3 milyon keysên tomarkirî hene.

Li Amerîka, Navenda Kontrolkirin û Nehîştina Nexweşîyan, roja Şemîyê got bêhtirî 13 milyon derzî li seranserî welêt hatine belavkirina û bêhtirî 4.2 milyona kes derzî wergirtine.

Li Rûsya jî, wezîrê saxlemîyê Mikhail Murashko got ku bêhtirî 800,000 kes vaksîna xwecihî ya Sputnik V wergirtine û 1.5 milyon derzî li seranserî welatê ku 147 milyon kes lê dijîn, hatine belavkirin

XS
SM
MD
LG