Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Holanda Dibêje di Êrîşa Utrecht de 3 Kes Hatin Kuştin, 5 jî Birîndar Bûn


Karbidestên Holandî ragihand ku di teqekirina îro ya bajarê Utrecht de herî kêm 3 kes hatine kuştin, 5 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidest didine zanîn ku hewilên lêgerîn û desterserkirina bergumanê bi navê Gokmen Taniş ê 37 salî ku li Tirkîyê hatiye dinê, berdewam dike.

Gokmen Taniş
Gokmen Taniş

Polîsan wêneya Taniş bi bîragiştî re parve kir û bo dîtina wî daxwaza alîkarî ji gel kir.

Piştî êrîşê, karbidestên Holandî xema xwe ragihandibû ku bûyer dikare bibe kiryareke terorîstî.

Piştî êrîşa îro, tedbîrên ewlekarî li firîngehê, mizgeft hatin zêde kirin, xwendingeh hatin daxistin û xwendekar ji malê re hatin şandin.

XS
SM
MD
LG