Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ursula von der Leyen: Divê Agibesta li Lîbyayê Bin Kontrola NY Be


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Duşemê pesna agirbesta li Lîbyayê da ku bi navbeynkarîya Rûsya û Tirkîyê hate ragihandin.

Lê, von der Leyen hişyarî da ku divê Neteweyên Yekbûyî peyvajoja jinûve avakirina Lîbyayê bi rêve bibe.

“Agirbest pêngava rastîn ya yekê ye, lê tiştê pêdivî prosesa lihevkirinê, avakirinê û avakirina hikûmeteke yekbûnê ye. Bêguman ew rêyeke pir dirêj e û divê di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî be.”

Von der Leyen piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel re ji nûçegîhan re got ku tiştê herî girîng ew e ku û divê Neteweyên Yekbûyî rêvebirina vê peyvajoyê bike.

XS
SM
MD
LG