Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîetnam 31 Pêketinên Nû yên COVID-19 Radigihîne


Vietmamê îro Yekşemê 31 pêketinên nû yên COVID-19 û mirineke nû ji wê nexweşîyê ragihandin.

Wezareta Saxlemîyê ragihand ku hejmara giştî ya pêketinên COVID-19 giheştiye 841 û heta niha 11 kesên din jî mirine.

“Hemî pêketinên nû bi bajarê Danang re girêdayî ne ku liu wê derê meha borî belavbûna vîrusa koerona fireh bûbû,” wezaretê got.

Li Danangê heta niha 355 bûyerên tûşbûnê çêbûne û 11 kes jî jîyanên xwe hinda kirine.

Piştî ku vîrusa korona li wî bajarî bêlav bûye, li herî kêm 15 cîhên din jî ew vîrus katiye dîtin.

XS
SM
MD
LG