Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Têstên COVID-19 yên Du Senatorên Komarî Erênî Derketin


ThomTillis

Têstên vîrusa korona yên du endamên Komarî yên Komîteya Dadwerî ya Civata Senatoran ya Amerîka erênî derketin.

Ev encamana, guman û pirsên li ser rûniştinên pejirandina bo endamîya Dadgeha Bilind yên pêşerojê bo Dadwer Amy Coney Barrett û neqaşên di derbarê îhtîmala dibe ku hinek senatorên din jî bi COVID-19 ketibin zêde dike.

Senatorê eyaleta North Carolina Thom Tillis û Senatorê eyaleta Utah Mike Lee roja Înîyê dîyar kirin ku testên wan yên bo pejirandina vîrusa korona erênî derketine.

Her du Senator jî di 25' ê Îlonê de bi serok Donald Trump re beşdarî merasimeke bo dîyarkirina berbijarîya dadwer Barett ya bo Dadgeha Bilind ya li Qesra Sipî bûbûn.

Senator Lee, yê ku di bûyera Qesra Sipî de maska rû li xwe nekiribû, ragihand ku nîşanên wî bi alerjiyên demdirêj re didome.

Senator Tillis, ku maskek li xwe kiri bû , got ku ti nîşanên wî yên nexweşîyên tune ye. Her du senatoran jî da zanîn ku ewê bo 10 rojan xwe karantîn bikin, ku berîya rûniştinên piştrastkirina Barrett yên di 12'ê Cotmehê de dest pê bike, bi dawî dibe.

Testên erênî yên COVID-19 di dema kuh Senatorên Komarî hewil didin ku di çend hefteyên ku berîya hilbijartina 3'yê Mijdarê de endamîya Barrett bilez piştrast bikin de, derket holê.


Hejayê bîrxistinêyê ku serokê Amerîka Donald Trump, ku testa wî ya vîrusa korona erênî encam dabû û niha li Nexweşxaneya Walter Reed Navenda Bijîşkî ya Leşkerî ya Neteweyî de tê derman kirin.









XS
SM
MD
LG