Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmera Tûşbûyên Vîrusa Korona li Cîhanê ji 50 Mîlyon Kesan Derbas Dibe


dema vîrusa korona (Arşîv)

Ajansa Reutersê îro Yekşemê ragihand ku hejmara bûyerên vîrusa korona ya gerdunî ji 50 mîlyonî derbas kirîye, ku ev rêjeya bi pêla duyan ya vîrusê ya di 30 rojên borî de, çarêka hejmara giştî ya pêketiyan pêk tîne.

Meha Cotmehê, di pêvajoya pandemîya COVID-19 de, meha herî xirab bû, û Amerîka bû welatê yekê ku pirtirî 100.000 tûşbûyên rojane ragihand û herwiha li Ewrupa pêleke nû ya korona bû sedema bilindbûna hejmara giştî ya pêketinên cîhanê.

Rêjeya navîn ya heft rojên herî dawiyê de, nîşan dide ku bûyerên vîrusa korona yên rojane li cîhanê ji zêdetirî 540.000'an derbas dibe.

Ji destpêka derketina nexweşîya COVID-19 ku dawîya sala borî li Çînê derketibû, heya niha zêdetirî 1.25 mîlyon mirov jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Lezgînîya belavbûna pandemîya vîrusa korona di demên dawiyê de, gelek zêde bû. Tenê di 32 rojên dawî de, hejmera pêketinên vîrusê ji 30 mîlyonan giheşt 40 mîlyon tûşbûyan.

Ewrupa, bi qasî 12 mîlyon bûyerên vîrusa korona hene, herêma ku herî zêde bandor lê çêbûye, Amerîkaya Latîn derbas dike. Mirinên jiber vîrusê yên li Ewrupa, % 24 mirinên giştî yên COVID-19 li cîhanê pêk tîne.

Li gor analîzek Reutersê li herêmê her sê rojan li dora 1 mîlyon bûyerên nû tên tomar kirin. Ev, % 51'ê hejmara tevahî ya cîhanê ye.

Fransa di heft rojên dawî de bi navînî 54.4400 pêketinên nû radigîhîne, ku ev rêjeya ji Hîndistanê ku nifûsa wê pir mezintir e, bilindtir e.

Pêla duyan ya cîhanê, li seranserê Ewrupa sîstemên saxlemîyên welatan diceribîne. Li bere ku Almanya, Fransa û Brîtanya qedexeya derketina derve jinûve ragihînin.

Li gor pêzanînên Ajansa Reuters, Amerîka ku bi qasî % 20 bûyerên cîhanî pêk tîne, rû bi rû yê pêla xwe ya herî xirab e. Di heft rojên dawî de bi navînî rojane zêdetirê bûyerên vîrusa korona tê ragihandin.

Li Amerîka roja Şemîyê zêdeyî 130,000 pêketinên vîrusa korona hatin diyar kirin.

Rêjeya bilindbûna herî dawî ya li Amerîka, rastî heman dema kempeynên hilbijartina seroktîya Amerîka hat.

Serok Donald Trump îda dike ku tundîya pandemîya vîrusa korona kêm kirîye û hevrîkê wî yê Demokrat Joe Biden, nêzîkatîyeke zanyarî daxwaz dike.

Di berhemeke lêkolîna aborîzanên Zanîngeha Stanford de, tê pêşbînî kirin ku Mîtîngên Trump yên di qadên vekirî de û nekaranîna maskan, û herwiha ne parastina dûrahîya civakî bûye sedema 30.000 bûyerên din yên COVID-19 û dibe ku ev bibe sedema zêdetirî 700 mirinên nû.

Li Asya, li welatê Hîndistanê xwedîyê hejmara pêketinên vîrusa korona ya herî bilinde li cîhanê, lê ji Îlonê vir ve, tevî destpêkirina demsala mihrîcana Hindû, hêdîbûnek domdar pêk hat.

Ajansa Reutersê dîyar kir ku hejmara giştî ya bûyerên vîrusa korona ya cîhanê ji 8.5 mîlyon kesan derbaz kirîye û rêjeya navendî ya rojane 46.200 e.

XS
SM
MD
LG