Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avusturya Dibêje Êrîşvanê Duşemê bi Serê Xwe Ew Êrîş Kiriye


Wezîrê Navxweyî yê Avusturya Karl Nehammer îro Çarşemê got ku delîlên vîdyoyî nîşan didin ku êrîşvanê ku roja Duşemê 4 kes kuştibûn, bi serê xwe ew êrîş kiriye.

Lê, wî di preskonferansê de got ku di alîyê karanîna îstixbarata ku ji Slovakya hatiye, wan rûbirûyê hin pirsgirêkan bûne.

Slovakya ragihandibû ku êrîşvan hewil daye ku ji wê derê çekan bikire.

Nehammer got ku ewê derbarê sazîya îstixbaratê ya navxweyî lêpirsînê vekin.

Wî got ku êrîşvan beşdarî programeke taybet ya hikûmetê bûye ku vegerandina kesên tundrê ji civakê dike armanc.

Karbidestên Avusturyayî ragihandibû ku wan piştî êrîşê 14 kes desteser kirine.

XS
SM
MD
LG