Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîyên Firînê Yên Amerîkî ji Karmendên Xwe Dixwaze Vaksîne Werbigrin


United Airlines li New York
United Airlines li New York

Kompanîya firînê Southwest dibe kompanîya herî dawî ya Amerîkî ku ji karmendên xwe xwest ku vaksîna covid-19e li werbigirin.

Kompanî ku bingeha wê li Texas-Dallas e got 54,000 karmenden wê, divê heta 8ê meha 12ê her du vaksînê jî werbigirin da ku bikarin kar bikin.

Karmend ji ber sedemên saxlemî û olî dikarin destûrê bixwazin ku vaksî nestînin.

Southwest got ew vaksînan mecbûrî dike ji ber ku revêberîya Serok Biden ji kompanîyên ku kontraktorên federalî bi wan re kar dikin dixwaze ku hemû karmend vaksinkirî bin.

Hevrîken kompanîyê wekî American Airlines, Alaska Airlines, û Jet Blue hefteya borî ji karmendên xwe re got ku divê vaksînê werbigirin.

United Airlines bûbû yekem kompanîya firokan ku di meha 8ê de vaksînlêdan mecburî kiribu, ku heta niha ji %97 karmendên wê di vaksinkirîne.

XS
SM
MD
LG