Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Coşkun: Gerek Erdogan li Gora Daxwaza Gel Sîyasetê Bimeşîne


Xwepêşandan li dijî hikûmeta Tirkîyê li Stenbolê û bajarên din berdewam in.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku ew protesto li hundir û derve hatine plankirin û karê radîkalan e.

Dr. Vahap Coşkun ji Zanîngeha Dîcleyê li Dîyarbekirê dibêje ku di nav xwepêşanderan de kesên radîkal û kesên ku dixwazin darbeya leşkerî çê bibe hene, lê belê ne hemû xwepêşander radîkal in.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Coşkun dibêje ku gerek Serokwezîrê Tirkîyê li gora daxwaza gel sîyasetê bimeşîne.

Birêz Coşkun dibêje ku di nav xwepêşanderan de gurpên neteweperest hene ku li djî Kurdan in, lewma beşekê Kurdan naxwazin piştgîrîya wan bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:21 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG