Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Karanîna Vaksîna Sinopharm ya Dijî COVID-19 Erê Dike


Vaksîna Sinopharm ya Çînî

Hikûmeta Çînê îro Pêncşemê destûr da vaksîna yekê ya xwemalî ya dijî COVID-19 kii jibo civakî were xebitandin.

Hikûmetê ragihand ku vaksîna Sinopharm ji karmendên saxlemîyê û karmendên hikûmetê yên rewşa tengavîyê re hatiye lêdan.

Çîn armanc dike ku heta Sala Nû ya Heyvê ya di meha Şubatê de vaksîna nû li 50 mîlyon kesan bixe.

Pisporên bijişîkî pêşbînî dikin bi erêkirina vaksînê Pekîn di demeke nêzîk de dikare vaksînê bifroşe cîhanê jî. Taybetî welatên xizan jibe rerzanbpna wê li benda vaksînên nerhemên Çînê ne.

Berî demeke kin karbidestên Brîtanî jî destûr dabûn vaksîna erzan ya kompanîya AstraZeneca ku embarkirin û karanîna wê ji vaksînên din hêsantir e.

XS
SM
MD
LG