Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Kesên bi Tevahî Vaksînkirî Dikarin Hin Caran Maskan Nexebitînin


Li Amerîka dîmenek ji pêyvajoya pandemîya COVID-19

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka îro Sêşemê di derbarê pêyvajoya pandemîya COVID-19'de rêziknameya xwe ya nû dîyar kir.

CDC'ê ragihand ku rêziknameya nû piştî ku ji zêdeyî nîvî tevahîya miroven di temenê 16 û ji 16'an mezintir yên li Amerîka herî kêmî yek dozek vaksîna COVID-19 wergirtine hatiye nû kirin û niha tê dîyar kirin.

"Ragihandina van pîvan û şîretên nû gava yekê ye ku alîkarîya Amerîkiyên ku bi tevahî hatine vaksînv kirin jinûve dest bi kiryar û çalakîyên ku jiber pandemîyê rawestandibûn, bikin; hevdem divê haydar bin ku îhtîmala xeterîya veguhastina vîrusê bo kesê din re heye, " CDC got.

CDC dîyar kir ku mirovên bi tevahî hatine vaksînkirin dikarin bê karanîna maskan bi ewlehî bikevin nav çalakîyên derveyî yên mîna meş û gerê.

Lê, hevdem hîşyar kir ku pêdivî ye ku li cîhên rayagiştî yên gelemperî ku hewce ne, karanîna maskan, bidomînin.

Pispor dibêjin karanîna maskan jibo kontrolkirina veguhastina vîrusa koronayê yek ji rêkên herî bibandor e.

Mijara karanîna maskan ya li derve, bi zêdebûna rêjeya vaksînlêdana berbiçav ya li Amerîka bi hefteyan e ji hêla bîragiştî ve dihat nîqaş kirin.

Li Amerîka rêjeya pêketinên nû yên COVID-19 di hefteya borî de ji % 16 daket û heya niha pirtirî 140 mîlyon mirovên li welêt herî yek dozek ji vaksînên Pfizer - BioNTech, Moderna yan jî ya Johnson & Johnson wergirtine.

CDC'ê got ku Amerîkîyên ku bi tevahî hatine vaksîn kirin bi hevalên xwe re li xwaringehan yan li derve xwarinê bixwin û herwiha dikarin bi mirovên bi vaksînkirî û yên ne vaksînkirî re beşdarî civînên piçûk yên li derve bibin .

CDC pêşnîyar dike ku jibo bûyerên li derve yên qelebalix yên wek merasim, bûyerên werzîşî, salonên porbirînê yên hundurîn, navendên bazarîyê, sînema û navendên parestgehê karanîna maskan were domandin.

Ajansê kiryar û çalakîyên rojane bo mirovên ne vaksînkirî li gor ewlehîyê bi rengên "sor", "zer" û "kesk" dabeş kir.

CDC da zanîn ku mirovên ne vaksînkirî dikarin bi endamên malê re dikarin bê karanîna maskan bimeşin û bazdin û herwiha dikarin bi malbat û hevalên xwe yên bi tevahî vaksînkirî re beşdarî kombûnên piçûk yên li derve bibin.

Pêzanînên ser gelo mirovên vaksînkirî dikarin vîrusê dikarin veguhestinê mirovên ku nehatine vaksînkirin sînordar e û CDC hişyarî da ku divê mirov berîya ku bêmask derkevin derve, rîska veguhestina heval û malbata xwe binirxîne.

CDC herî dawî di Adarê de jibo kesên ku bi tevahî hatine vaksînkirin pîvan û şîretên nû, ragihandibû.

CDC gotibû ku ew kesana dikarin li hindur bê karanîna maskan bi kesên din yên ku vaksînkirî re bicivin.







Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG