Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Bizava Vaksînkirinê Berfirehtir Dibe


Li parêzgeha Duhokê rojane 800-1000 kes vaksîna COVID-19 werdigirin û hejmarek berfireh ji welatîyan seredana bingehên vaksinkirinê dikin.

Li Duhokê jibo vaksînkirina welatîyan 7 bingehên taybet hatine danîn.

Endamê rêvebirê saxlemîya Duhokê Hemze M. Alî dibêje ku niha 51,700 kes vaksîn wergirtine û vê dawîyê ew hejmar ber bi zêdebûne diçe.

“Piştî wergirtina vaksînê rêjeya tuşbûyan ber bi kêmbûnê diçe jiber ku di vê dema sala par rojane nêzî 400-500 kes tûşî nexweşîyê dibûn, lê ew hejmar niha rojane 150-200 kes in û rêjeya mirinê ber bi kêmîyê diçe.”

Dr. Arşed Mistefa dibêje ku li bingehên vaksînê hin merc hene û di qonaxa yekê de bo wan kesan yên vaksîn bo tê dayin. Nabe vaksîn bo jinên ducanî û kesên ji 18 salî biçûktir hebe û kesên tûşî koronayê bûn divê piştî 4 hefteyan jinûve vaksînê wergirin.”

Cîhê bîrxistinê ye ku rêvebirîya saxlemîya Duhokê ragihandibû ku di 24 saetên dawî de 157 kes tûşî koronayê bûne û 102 nexweş bi temamî qenc bûne û 2 nexweş ji canên xwe ji dest dane.

SB_06_17_2021_Vaksînkirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00

XS
SM
MD
LG