Berbijarên cîgirên seroktîya Amerîka JD Vance yê Komarî û Tim Walz yê Demokrat îşev di gotûbêjeke rasterast de li bajarê New Yorkê derdikevin hember hev.
Walîyê istana Minnesota Tim Walz û senatorê eyaleta Ohio JD Vance îşev li New Yorkê di gotûbêjeke taybet de derketin pêş hilbijeran. Berbijarên cîgirtîya seroktîya Amerîkî yên Demokrat û Komarî, olnc hefte berî hilbijartinan hewil didin ku dengên hilbijjeran wergirin.
Gotûbêja navbera Walz û Vance cara yekê pêk tê û dibe ku ev dîbeyta heriwha cara dawî be ku her du namzet rasterast gotûbêj dikin.
Heta niha navbera kandîdên jibo seroktiyê, Cîgira Serok Kamala Harris û Serokê berê Donald Trump de ti gotûbêjên din nehatine plan kirin.
Dîbeyta navbera Vance û Walz di vê demê de tê ku hilbijerên li 6 ji 50 eyaletên Amerîkî dest bi sîstema dengdayîna pêşdemî kiriye û li ber e ku heta 16’ê Cotmehê 14 eyaletên din sindoqên xwe jibo dengdayîna pêşdemî re vekin.