Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vatîkan Jinûve Dest bi Ayînên Girseyî Dike


Papa Francis îro Duşemê piştî du mehan û digel sistkirina dawî ya bergirtinên vîrusa korona li Îtalyayê, Bazalîka St. Peter jinûve vekir û dêra Katolîk cara yekê ayîna girseyî li dar xist.

Papa Francis di kombûneke taybet de, li jora ku St. John Paul lê hatir veşartin, got ku ewê salvegera 100an ya dayîkbûna papayê Polonyayî yê koçkirî bîr bînin.

Bazalîka, ku roja Înê jiber vîrusa korona hatibû dezenfekte kirin, dû re, piştî ku papa ji wir derketî, ji alîyê qeşeyên ve jibo ayîna girseyî hatibû vekirin.

Jibo kesên diçin odeyê, bi Îngilîzî û Îtalî hatibû nivîsîn ku divê ew bi kêmî ve 1.5 metreyan ji yekûdu dûr bin, maskan bikin ber xwe û destên xwe jî paqij bikin.

Dêrên li seranserê Îtalyayê di çarçoveya rênmayên nû û hişk ku di navbera hikûmetê û qeşeyên welat de hat amede kirin, dest bi ayîna girseyî kirin.

Di wê çarçoveyê de oldar divê maskan ber xwe bikin. Qeşe dikarin bê maske piranîya ayînên girseyî pîroz bikin, lê gava xwarinê belav dikin divê maskan û destankan bi kar bînin. Xwarinê divê bidin destên mirovan, ne devê wan.

Papa, roja Yekşemê ji Îtalîyan xwestibû ku "jibo parastina tendirustîya yekûdu û ya tenduristîya gel" normên nû bi cîh bînin.

Vatîkanê hêşta eşkere nekiriye ku kengî dê papa derkeve pêşberê gel. Xebatên wî ji destpêka Adarê vir ve li joreke betal li mala wî bi rêve diçû û bi awayek zîndî li ser înternetê an jî li ser televîzyonê dihat weşandin.

Vatîkan dibêje ku gava St. Peter di rojên Yekşemê û rojên pîroz de ji ayîna girseyî ji vebe, hîngê sikenirên termal dê were xebitandin ku germahîya beşdarbûyan bipîve.

XS
SM
MD
LG