Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskarê Navdar Vedat Turkalî Hate Oxir Kirin


Nivîskar Vedat Turkalî di 97 salîya xwe de, di 29’ê Tebaxê de jîyana xwe ji dest da. Li ser daxwaza partîya sîyasî ya Kurdan û sazîyên sîvîl merasîma cenazeyê Turkalî di 1’ê Îlonê de pêk hat.

Di merasîmê de bi hezaran kes li jibo Turkalî li mizgefta Teşfîkîyê ya stenbolê hatin gel. Cenazeyê Turkalî li Goristana Zîncirlîkuyu ya Stenbolê hate binax kirin.

Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlementerê CHP’ê yên Stenbolê Gursel Tekîn, Sezgîn Tanrikulu, sazîyên sîvîl, nivîskar û rewşenbîr û bi hezaran gel beşdarê merasîmê bûn.

Demîrtaş di merasîmê de axaifî û got ewê azadîyê jibo xatirê Vedat Turkalî û kesên ku wek wî difikirin û di vê rêyê de têkoşînê dane bînin.

“Şahsîyetên wek Turkalî tim û daim bi berhemên xwe, bi fikren xwe dê di civakê de cih bigirin,”Demîrtaş got.

Berevankarê mafên mirovan Akin Bîrdal ku dostekî nêzîk yê Turkalî bû, dîyar kir ku ewê di rêya ku nişanê me da ye bimeşin.

“Vedat Turkalî dostê hemû gelan bû, dostê karker û çîna bindest bû. Îro pê ve meşa min bi Turkalî re dê li ser nirxên wî be.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Turkalî bi dostanîya xwe ya Kurdan û şoreşgerîya xwe tê nasîn û bi salan têkoşîn daye û hember zext û zordarîyên Tirkîyê berxwe daye.

Wî bi pirtûka xwe ya yekê yê bi navê “Birgun Tek Başina” dest bi nivîskarîyê kiriye. Pirtûka wî ya herî dawîn bi navê “Bitti Bitti Bitmedi” jî li ser pirsgirêka Ermanîyan bû.

Turkalî demek senarîstî jî kiribû û di sala 2002’yan de jî ji DEHAP’ê de bûye berendam û di nava sîyasetê de çalak bû.

Vedat Turkalî Hat Oxir Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:12 0:00

XS
SM
MD
LG