Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PKK Amadekarîya Vekişîna Derveyî Sînorê Dike


Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di çarçoveya pêngavên jibo pêvajoya aştîyê de, amadekarî dike ku hêzên xwe vekişîne derveyî tixubê Tirkîyê.

Parlamantarê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Sirri Sureyya Onder, ragihandibû ku 25’ê Nîsanê anku sibe piştî daxuyanîya rêvebirîya PKK’ê ya li Qendîlê vekişîna derveyî sînor destpê dike.

Rêzdar Onder dîyar kir ku piştî civîna rojnamevanî ya ku 25’ê Nîsanê li Qendîlê, anîn û birina nameyan jî dawî dibe û êdî pêvajo wê bi rêya BDP’ê were meşandin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, îro Çarşemê li Stenbolê bal kişand ser zêdebûna hêvîya ji pêvajoya çareserîyê.

Birêz Erdogan daxwaz ji welatên cîran û Ewropayê kir alîkarîya vê prosesê bikin.

Tê ragihandin, vekişîna derveyî sînora Tirkîyê jiber şert û mercên cografî dibe ku heta 6 mehan bidome.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG