Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI: Vekolîna Rûsya Piştî Qewitandina James Comey jî Didome


Serokê Demkî yê FBI Andrew McCabe
Serokê Demkî yê FBI Andrew McCabe

Serokê Demkî yê Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) Andrew McCabe dîyar kir ku qewitandina James Comes, ewê ti bandorê ser vekolîna Rûsya çêneke.

McCabe da zanîn ku heta niha ti astengî jibo vekolîna Rûsya çenebûye û FBI ewê xebatên xwe bidomîne.

‘’Ez dikarim ji we re bibêjim ku di FBI’yê de gelek kes piştgirîya Comey dikin. Em buroyeke mezin in û baş dizanim ku piranîya vê buroyê bi awayekî erênî li Comey dinêre’’ McCabe got.

Mark Warner yê Demokrat, ku di Komîsyona Îstixbaratê ya Senato de ye, da zanîn ku li ber e ku Comey roja Sêşemê îfade bide. Warner got ku Trump jiber vekolîna Rûsya, Comey qewitandiye ku ew ‘’nayê qebûl kirin’’

Serokê Komîsyona Îstixbaratê ya Senato Richard Burr jî dîyar kir ku ew fehm nake Comey çima niha hatîye qewitandi lê, mafê Trump yê qewitandinê heye.

XS
SM
MD
LG