Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Velayetî: Ger Tenê Îraq û Sûrîyê Bixwaze Emê ji Wan Deran Vekişin


Alîkarekî bilind yê rêberê ruhanî Ayetullah Alî Xameneyî îro Înê got ku ger tenê hikûmetên Sûrîyê û Îraqê bixwazin, ewê şîretvanên xwe yên leşkerî ji wan dewletan vekişînin.

Alî Ekber Velayetî got ku hebûna Îran û Rûsya li Sûrîyê wê bidome ku welêt ji hember terorîstan û êrîşkarîya Amerîka biparêzin.

“Ger hikûmetên Sûrîyê û Îraqê bixwazin, emê demûdest ji wan deran vekişîn, ne jiber givaştinên Îsral û Amerîka,” Velayetî di preskonferansekê de li Moskowê got.

Hêjayî balkişandinê ku Îran û Rûsya di şerê navxweyî de piştevanên serekî yên Serokê Sûrî Beşar Esad in.

XS
SM
MD
LG