Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezuela Du Dîplomatên Amerîkî Dersînor Dike


Serokwezîrê Venezuela Nicolas Maduro, ku di hilbijartinan de careke din bi ser ket, ragihand ku ewê du dîplomatên Amerîkî yên payabilind dersînor bikin.

Maduro da zanîn ku ew êdî ji komployên dijî wan aciz bûne û bang li karbidestên Amerîkî yên li Caracasê, Todd Robinsin û cîgirê wî Brian Naranjo kir ku heta 48 demjimêr ji Venezuela derkevin.

Madoro da zanîn ku Robinson û Naranjo li Venezuela wek berpirsên CIA’yê dixebitin û îdia kir ku her du karbidestan berî hilbijartinê banga boykotê kiriye.

Amerîka ser hilbijartina Venezuela gotibû ku bi hîle ye û çavdêrên Yekîtîya Ewrupa (YE) jî dabû zanîn ku hilbijartina li gor qanûnan li dar neketiye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG