Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Hişyarî Dide Rûsya ku Alîkarîya Leşkerî Neşîne Venezuela


Qesira Sipî îro Înê hişyarî da Rûsya û piştevanên din yên Serokê Venezuela Nicolas Maduro ku alîkarîya leşkerî neşîne Venezuela jiber ku gaveke wiha dê gefeke rasterast ya ser ewlehîya herêmê ye.

Nûnerê taybet yê Amerîka yê bo Venezuela, Elliott Abrams got ku hember hebûna Rûsya li Venezuela jimareke bijare ji Wezîrê Derve Mike Pompeo re hatine pêşkêş kirin ku di nav wan de danîna toleyan jî hene.

“Li pêş me jimareke bijar ehene û wê gelek şaş be ku Rûsya bifikire ku li Venezuela meydan ji wê re vekirî ye,” Abrams îro Înê di Wezareta Derve de ji nûçegîhanan re got.

XS
SM
MD
LG