Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezuela Dijî Hin Berpirsên Amerîkî Serî li Dadgeha Tawanan ya Navnetewî Dide


Wezîrê Derve yê Venezuela Jorge Arreaza dîyar kir ku wan bo cezakirina hin berpirsên Amerîkî serî li Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC) daye.

Arreaza ji Twitterê da zanîn ku ew karbidestên Amerîka divê jiber toleyên dijî Venezuela û tawanên dijî mirovahîyê were ceza kirin.

‘’Îstatîstîk, jiber nîşandana bandora toleyan ya li ser gelê Venezuela daneyên girîng in. Dijî gelê me êrîşeke berbelav, komî û sîstematîk heye,’’ Arreaza got.

Wî dîyar kir ku qurbanîyên serekî yên toleyan sîvîlên Venezuelayî ne.

Amerîka û bi dehan welatên din yên cîhanê dijî hikûmeta Serokê Venezuela Nicolas Maduro, rêberê rikeberîyê Juan Guaido wek serokê demkî yê wî welatî nas dikin.

XS
SM
MD
LG