Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezuela Balyozê Alman ji Welêt Derdixe


Daniel Kreiner
Daniel Kreiner

Wezîrê Derve yê Venezuela Jorge Arreaza dîyar kir ku ewê Balyozê Almanya Daniel Kreiner ji welêt derxin.

Arreaza da zanîn ku ‘’jiber ku Kreiner mudaxaleyî karên navxweyî yên Venezuela dike’’ wan biryareke wisa daye.

Venezuela ji Krenier dixwaze ku heta 48 demjimêr ji welêt derkeve.

Kreiner, roja Duşemê li Firîngeha Caracas pêşwazîya rêberê rikberîyê Juan Guaido kiribû.

Guaido di 23’ê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê welêt ragihandibû û bang li Serokê Venezuela Nicolas Maduro kiribû ku karvekişîna xwe ragihîne.

XS
SM
MD
LG