Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelê Venezuela bo Sitandina Xwarinê Derbazî Kolombîya Dibe


Bi deh hezaran Venezuelayî ji derîyê sînor derbazî Kolombîya dibin.

Derîyê sînor yê bi Kolombîya re li ser fermana serokê wî welatî Nicolas Maduro roja Şemîyê vebûbû.

Serokê Daîreya Koçberîyê ya Kolombîya Kruger Sarmiento dîyar kir ku tenê di rojekê de 37,000 Venezuelayî derbazî welatê wan bûne û xwarin-vexwarin sitandine.

Sarmiento da zanîn ku ew bi vebûna derîyê sinor kêfxweş bûne û ji Venezuela xwest ku barîyerên sînor digirin rake.

Hîn nayê zanîn ku derîyê sînor bi awayekî demkî hatiye vekirin yan na.

Maduro roja Înê gotibû ku ewê derîyê sînor vekin û piştî wê gotinê li sînorê Kolombîya rêzên dirêj çêbûbûn.

XS
SM
MD
LG